Stenbol: Bi îdiaya ku sembolên YPGyê li parqekê hatine bicihkirin lêpirsîn hat vekirin.

.

Li Kuçukçekmeceya Stenbolê, Serdozgeriya Komarî bi hênceta ku sembolên li parqekekê hatine bikaranîn dişibin sembolên YPGyê lêpirsîn daye destpêkirin.

Wêne ji hêla karkerên şaredariyê ve bi fermana Qaymeqamê Navçeyê ve hatine rakirin.

Li Parta Ataturk a Kuçukçekmeceya Stenbolê parkek heye. Park hatibû nûkirin. Lê xaliya li parkê bi stêrkek zer, rengê zer, sor, li quncikên stêrkê giloverên hêşîn hebû. Ji bo zarokan rengên balkişîner. Û zarokan jê hez dikir. Lê êdî kî "aqil" bir serî, kî gilî kir, bi îdîaya "ev reng nîşaneyên ala YPG'ê ne" gilî li Qeymeqamiya Kuçukçekmeceyê kir. Qeymeqamî lêpirsîn da dest pê kirin û îro ew park hat xirakirin, xalî û rengên li holê hatin rakirin.

Ev jî fotoyê meseleyê ye...

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!