Sûcdarkirina PKKê bi “terorîzmê” û rewatîya doza Kurd û Kurdistanê

Mahmûd Kilinc

Sûcdarkirina PKKê bi “rêxistinek terorîst” astengek mezin e, li ber rewatîya (meşrûîyet) doza Kurd û Kurdistan’ê, taybetî di qada navdewletî da.

Bêşik sedemên vê hene, nabe tene em têkilî û pêywendiyên Tirkîyê yên dîplomatîk û bazirganî bibînin.

Di qada navdewletî da lebatek bazirganiyê bilind heye û her dewlet, berjewendiyên hevûdin berçav digirin, ji ber ku beramberê hev bazirganiyê dikin.

Herweha, sîstema Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UN) jî berjewendiyên dewletan diparêze.

Her çiqas sîstema NY weha be jî, bi mebesta parastina têkoşîna “mafê çarenûsî” hinek peyman û rêkevtin jî hene, ango bona gelên bindest hiqûkek heye, lê divê rengê terorîzmê ne pijiqe ser têkoşîna rewa.

Sûcdarkirina PKKê bi “rêxistinek terorîst” bona doza Kurd û Kurdistan’ê girîng e, ji ber ev bizav li hemû parçeyên Kudistan’ê, her di bin navên din da be jî, bi rêxistinî ye û taybetî, li rojavayê Kurdistan’ê di astek gellek bilind da çalek e.

Bêşik, wekî min li jorî got, di vê sûcdarkirinê da berjewendiyên dewletan cîhekî girîng digre, lê şêweyî rêxistinî, guncanîya rengê karûbarê navxweyî bi rêbaz û peywendiyên demokratik va, çalekiyên wê, rêzgirtina li hiqûka navneteweyî di êriş û pevçûnan da, peywendiyên wê bi rêxistinên din va taybetî li Kurdistan’ê, guncanîya şer û pevçûnan bi amancê wê va, destûr û bernameyên wê û herweha, rêzgirtina li can û malen kesên sivîl û ..hwd.

Berê divê em zanibin, ku rewatîya mafekî û têkoşînek mafdar, ji rêbazê destxistina wî mafî girîngtir e, divê rêbaz û şêweyî têkoşînê rewatiyê şêlû neke.

Mixabin, bi gellek çalekî, êriş, şewitandin û teqandinan va PKKê xwe kir bin barekî gellek giran, rê li ber vekir ku rengê “terorîzmê” pijiqe ser.

Çalekîyên weha li Almanya destpêkirin, guhdarîya kesên ku xeterîya dê bêt nekirin, çûnûhatin li rêgehan (autobahn), stasyonan (bahnhof) xetimandin.

Bi kuştinên navxweyî, bi kuştinên kesên jê qetîyayî, gefxarin û tûndiyê hatin tawanbar kirin.

Pêla xwe şewitandinê avêt Ewrupa, hinek kesên genc xwe şewitandin, hêj jî jimara kesên xwe şewintandin naye zanîn, lê ji heştêyî bêhtir têt gotin.

Ji wê rojê va şale terorîzmê li ser mile PKKê ye divêbûya xwe jê rizgar bikira.

Lê, em çi dibînin, mixabin di hinek çalekîyan da gellek sivîl jîyana xwe ji dest didin, jixwe hinek bajarên bakurê Kurdistan’ê bi temamî wêranbûn û bi hezaran kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û dîsa, bi sed hezaran kes koçber bûn û îro bêpar in ji pêdivîyên jîyanî.

Wekî gumana li ser ne bes be, ji çend salan va ji hinek grupên marjînalên çepên Tirk li baregehên PKKê tên rahênan û şandin, bona deverên dervayî herêma bakurê Kurdistanê.

Dîyar e, ev grupên çepgirên çekdar in û bi mebestê dengvedanê di nav girseyî da çalekiyên sansasyonî dikin.

Ji roja ewil va PKKê, têkoşîna desthelatdariyê bi têkoşîna rizgarîya neteweyî va ji hev cüda nekir û ev, bona pênasîya rêxistinek weha kêşeyek girîng e, ji ber ku di cihana îro da bona desthelatdariyê têkoşîna çekdarî naye fam kirin.

Bona desthelatdariya welatekî, dewletekê rêbazên demokrastîk hene, têkoşînek vekirî, aşkere û ji tûndîyê dûr divê.

Şert û merc çi dibin bila bin, eger li welatekî partî hebin û hilbijartin hebe bona desthelatdariyê şer û pevçûn nabe, têkoşînek çekdarî, taybetî eger sivîl zirarê bibînin ev, terorîzm e.

Lê, têkoşîna rizgarîya neteweyî eger rêz li rêgezên hiqûka navneteweyî bêt girtin û bi çalekiyên xwe zirarê nede can û malê şêniyê sivîl, rêxistin bi terorîzmê naye sûcdarkirin , eger hinek derdor bikin jî pêbawerî nabe.

Nuha ligel rewşek weha, gelo çalekiyên hinek grupên ku PKKê li wana û çalekiyên wana xwedî derdikeve, taybetî li devera Deryayê Reş, gelo mirov çawa şîrove bike!

Taybetî çalekîya dawî, ya li dijî konvoyê serokê partîya CHP Kemal Kiliçdaroglu.

Çalekiyên weha, ku li dijî kesên sivîl bên kirin û taybetî, têkoşînek çekdarî bi mebestê desthelatê ji sûcdarîya terorîzmê rizgar nabe.

Ne ev tene, ji ber PKKê lê xwedî derdikeve, karekî weha dê zirarê bide rewatîya doza Kurd û Kurdistan’ê û ev jî ti caran nayen qebûl kirin.

Mafê ti kesî û rêxistinê tine, her çiqas bedel dabe jî, rewatîya doza Kurd û Kurdistanê şêlû bike.

29.08.2016/Dusseldorf