Sûrî: Heke kurd bixwazin cuda bibin em ê hêzê bikar bînin

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim ragihand ku eger pirsgirêkên deverên rojhilatê Firatê çaser nebin û Kurd jî daxwaza cûdabûnê bikin, wê demê dê Şam neçar bimîne ku hêzê bikar bîne.

Muelim da zanîn ku gelê Sûriyê cûdabûnê qebûl nake û got, li wan herêmên ku niha welatiyên Kurd lê dijîn, gotinên cûdabûnê nayên kirin.

 

Wezîrê Derve yê Sûriyê diyar kir ku Kurd dixwazin di çarçoveya desthilata Şamê de pirsgirêkên xwe çareser bikin, lê Amerîka nahêlê, ji ber hevîyê dide Kurdan daku derveyî destûra Sûriyê tevbigerin.

 

Welîd Muelim got, divê Kurd ji sed sala bihorî dersan werbigirin, dema welatên bihêz ji bo ku bigihin armancên xwe ew bikar anîn û piştre dest ji wan berden.

 

Muelim tekez kir ku hikûmeta Sûriyê dest ji Kurdan bernade, le eger ew piştgiriya Amerîkayê bikin û hewl bidin cûda bibin, wê demê dê neçar bibin rêyên din bikar bînin.

Li ser proseya bêçekkirina Îdlibê jî Muallim got van çekdaran ku hatine îdlibê ji Tirkiyê hatine. Tirkiyeyê baş dizane ev kî ne û ji kur hatine bi çi awayî hatine. Bila vegerin Tirkiyeyê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin