Wezareta Derve ya Sûriyê, li dijî daxuyaniyên dawîn ên Erdoganî yên li ser Rêkeftina Edenê ya 21 sal berê,bertek nîşan da û got, Tirkiyê, ji 2011an vir ve, bi piştevanîya terorîstan û dagirkirina xaka Sûriyê, rêkeftina Edenê binpê dike.
Peywirdarekî ku beyî navê xwe eşkere bike, ji televîzyona fermî ya Sûriyê re wisa got:
"Sûrî bi çi awayî be bila bibe, piştgirê Rêkeftina Edenê ya ku di derbarê têkoşîna li dijî her cure terorîzmê de ye û pabendî wê ye. Lê rejîma Tirkiyê, ji sala 2011an heta îro, bi sponsorî û piştevaniya terorîzmê, bi rahênana terorîstan, bi hêsankirina anîna wan a nav xaka Sûriyê û herwiha bi terorîstên girêdayî xwe yan jî rasterast bi leşkerên Tirkiyê dagirkirina xaka Sûriyê, vê rekeftinê binpê dike.