Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve li Parlemantoya Sûriyê Putrus Mircan ser biryara rêveberiya Amerîkayê ya ji bo vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê diyar kir ku baweriya wan bi Amerîkayê nayê û got: “Kiryar esas e ne ku daxuyanî.”
Putrus Mircan herwiha got ku berî 4-5 mehan, Amerîka ragihandibû ku tenê çend rojên hêzên wê li Sûriyê mane, lê ew venekişiyan.
Parlemanterê Sûrî di heman demê de bi tundî êrîşî kurdan kir û got: “Kurdan xiyanet kiriye û ew di hîlebaziyên xwe de rastî şikestinê hatin.”