Sûrîyê çûna hemwelatîyên Iraqê bo welatê xwe qedexe dike

Hikûmeta rejîma Sûrîyê çûna hemwelatîyên Iraqê bo welatê wan qedexe dike.

Li gor nûçeya malpera Sumerîya News, rejîma Sûrîyê roja 04.03.2020ê li derîyê Qaîm rêgirî li çûna geştyarên olî yên Iraqî bo welatê xwe kirîye.

Heta naha sedemê qedexe  kirina çûna hemwelatîyên Iraqê bo Sûrîyê nehatîye aşkera kirin, lê guman heye ji ber vîrusa korona be, ku li Iraqê belav bûye.

Li gor amarên dawîyê heta naha 35 kes li Iraq û herêma Kurdistanê ber vîrusa korona ketine, ku du kes ji wan jî jîyana xwe ji dest dan.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e