Sûryanên li Amedê Cejna Christmasê pîroz kirin

.

Roza Yiğit

Civaka Xirîstiyanan Cejna Christmasê ya ku wek rojbûna Îsa Mesîhî tê qebûlkirin, li Amedê bi merasîmeke ayînî pîroz kirin.

Civaka Xirîstiyanan Cejna Christmasê ya ku wek rojbûna Îsa Mesîhî tê qebûlkirin, li Amedê bi merasîmeke ayînî pîroz kirin.

Merasîm li Dêra Qedîm a Sûryaniyan a Meryemayê pêk hat ku li navçeya Sûrê ya Amedê ye û yek ji dêrên herî girîng ên civaka Sûryaniyan e. Sûryaniyên ku li Amed û bajarên derdorê dijîn û gelek mêvan beşdarî merasîmê bûn.

Metropolîtê Mêrdîn û Amedê Salîba Ozmen û Kêşeyê Dêra Kirklarê Gabriel Akyuzî merasîm bi rê ve birin. Di merasîmê de stranên ayînî yên kurdî, tirkî û sûryankî hatin strîn. Her wiha di ayînê de beşdaran find pêxistin û dia kirin. Pişt re ji bo mêvanan kulîçe û şekir belav kirin.

"Bila aştiyê bîne"

Endamê Weqfa Dêra Qedîm a Sûryaniyan a Meryemayê, Salîba Açîşî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Îro em dibêjin Mesîh welidî û hate vê dinyayê. Em dibêjin ku ji vê dinyayê re mihebet û aşitiyê bîne û eyda hemû Mesihiyan pîroz be.”

Kêşeyê Dêra Kirklarê Gabriel Akyuzî jî bal kişand giringiya rojbûna Mesihî û got: “Em gelek qiymetê didin vê rojê. Ev cejn sê rojan berdewam dike û berî cejnê jî em deh rojan rojiyê digrin, ji bo ku em layiqê vê eydê bibin. Îro me li Mêrdînê jî cejn pîroz kir û niha em li Amedê jî li dêreke qedîm cejnê pîroz dikin. Em gelekî kêfxweş in.”

Ne tenê Xirîstiyan beşek ji kurdên misilman jî beşdarî ayînê bûn û rojbûna Îsa Mesîhî pîroz kirin. Yek ji beşdarên ayînê Selîm Kaplanî jî got: “Ez misilman im, lê hevalên ku li vê derê ne hemû hevalê me ne, birayên me ne. Em îro hatin û me cejna wan pîroz kir. Di cejnên me de ew jî tên û cejna me pîroz dikin.”

Metropolîtê sûryanan Salîba Ozmenî di dawiya merasimê de anî ziman ku, ew ji bo pîrozkirina roja jidayikbûnê hatine Amedê ya ku bi Suryanî "Yaldo" jê re tê gotin û ji ber eleqeyê ew kêfxweş bûne. 

Nûçe: Bînaet

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir