Partiya Yekîtiya Suryaniyên li Sûriyê destûra demkî ya Sûriyê red kir û got ku divê temamê pêkhayetan tevlî pêvajoyê bibin û mafê wan wekîhev be û mafan bixin bin garantiyê.
Di daxwuyaniya partiyê de hat gotin di destûrê de dewama hiştina pêkhateyan ya li derveyê pêvajoyê de ye û dewama îhmala wan e. Daxwuyanî weha dewam dike:
“Pêvajoya veguhêz an ku demkî, divê di navbera pêkhateyan de li ser esasê tevlîbûnê be. Pêwiste mafên herkesî yên siyasî, civakî û aboriyê bikeve bin garantiyê. Wê destûr bike ku demekî bêîstîqrariyê dest pê bike. Destûr, dewama gotinên dewra berê yên rejîma Esad ya roxandiye.”