Tahir Elçî tê bibîranîn

Serokê Baroya Amedê yê berê parêzer Tahîr Elçî ku di mijdara 2015an de li ber Minareya Çarling a Amedê hatibû kuştin di salvegera kuştina wî de çalakîyên bîranînê têne sazkirin.

Navenda Nûçeyan- Weqfa Tahir Elçî ya Mafê Mirovan û Baroya Amedê di salvegera kuştina Tahir Elçî de bo heyama sê rojan çalakîyên bîranînê lidar dixe.

Îro 28ê Mijdarê di yekem roja bibîranîn de saet 10.15 girseyek dê ji li ber avahîya Dadgeha Amedê ber bi  Mînareya Çarling cihê ku Tahir Elçî hatîye kuştin bimeşe û biryar saet 10.53daxuyanî ji çapemenîyê re were dayîn. Piştre wê li Gorîstana Yenikoyê gora Tahir Elçî were zîyaretkirin.

Di 29ê Mijdarê de saet 13.30 li ber Dadgeha Amedê bo beşdarîya serokên çend baroyan çalakîya “Nobeta Dadmendîyê” were pêkanîn. Di saet 15.00an de pêşangeha wêneyan li Xana Hasanpaşayê tê vekirin û herwiha di saet 17.00ê fîlmek li Dîyar Galeriayê tê pêşandan.

Di roja sêyam a çalakîyan de bi moderatorîya parêzer Cihan Aydin û axavtvan Orhan Gazî, Alî Duran Topuz û Neşet Girasun panelek bi navê “Tevgera Mafê Kurdî û Tahir Elçî” li Baroya Amedê saet 10.00 tê lidarxistin.

Di dawîya bernameyê de 30ê Mijdarê saet 17.00ê  dê li Dîyar Galeriayê fîlma “Zer”  were nîşandan.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28ê Mijdara 2015an de dema li navçeya Sûrê ya Amedê ji bidawîbûna şer û qedexeyan daxuyanî dida li ber Minareya Çarling a Amedê hat kuştin.

Heta niha jî kujerên Tahir Elçî nehatine eşkerekirin.

Siyaset Haberleri

Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!
ÎRAN - Çalakvanê navdar ji bo protestokirina rejîmê xwe ji pirê avêt
Îran bûye rojeva navçeyê, Almanya karvedan nîşan da!
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da