Talal: Dê 320 milyar Dînar ji aliyê Iraqê bo Herêma Kurdistanê bê şandin

.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Mela Talal diyar kir, birgeya mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, ne di li gor yasaya deyna ye, belkî Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmê li ser dana 320 milyar Dînaran bo Herêma Kurdistanê li hev kirin.

Li gor Ehmed Mela Talal da zanîn: ‘‘Ev perê han li ser budceya sala 2019 hatiye hejmartin. Hikûmeta Bexdayê dê her mehê, buhayê 250 hezar bermîl petrol yê rojane û dahata federalî ji pişka Herêmê bibire.’’

Di beşeke din de Berdevkê Hikûmeta Iraqê got: Nabe karmendên Herêma Kurdistanê ji ber nakokiyên siyasî zirarê bibînin.

Talal herwiha destnîşan kir, divê amadekarî û erêkirina projeya budceya sala 2021an bilez were kirin, da ku mûçe di dema xwe de werin peydakirin.

Herî dawî Berdevkê Hikûmeta Iraqê da zanîn, Bexdayê 12 trilyon Dînar deyn ji bo dabînkirina mûçeyên sê mehên mayî yên sala darayî ya 2020an veqetandiye.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne