Talîbanê bi hinceta weşana muzîkê radyoya perwerdekirina zarokên keç girt

.

Rêveberiya Talîban a Afganistanê ku beriya niha perwerde li zarokên keç qedexe kiribû, herî dawî Radyoya Dengê Jinê ya perwerdeya zarokên keç dide, girt.

Hat ragihandin ku Rêveberiya Ragihandin û Çandê ya Talîbanê radyoya herêmî ya bi navê "Dengê Jinê" bi hinceta ku di meha Remezanê de weşana muzîkê dike, girt.

Rêvebira radyoyê Naglaa Şêrzad gotiye, ji ber ku wan bernameyên derbarê qedexekirina perwerdehiya zarokên keç pêşkêş kirine, ev yek hêzên Talîbanê aciz kiriye.

Şêrzad daye xuyakirin, piştî Talîbanê rêveberiya welat desteser kiriye gelek ceza bo radyoyê hatine dayîn û ji ber van astengî û cezayan jî xebatkarên radyoyê ji malên xwe bernameyên radyoyê pêşkêş kirine.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn