Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ku îro li Îzmîrê Doza Denîz Poyraz dişoponda diyar kir ku têkiliyên Onur Gencer ê ku Poyraz kuştiye, nehatine eşkerakirin û ji ber vê jî edalet bi temamî pêk nayê. Tanrikulu herwiha derbarê doza Poyraz û doza Roboskiyê de jî got: “Ev dosya bên girtin jî teqez dê bi delîlên nû bên vekirin.”
Heftemîn rûniştina doza qetilkirina keça Kurd Denîz Poyraz ku di êrîşa ser ofîsa HDPê de li Îzmîrê hatibû kuştin, îro li Şeşemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmirê birêve çû.
Şeşemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmirê di derbarê kujerê keça Kurd Denîz Poyraz de biryara cezayê hetahetayî ê girankirî da.
Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ji Rûdawê re ragihand ku cezayê li Onur Gencer hatiye birîn têre nake û got, divê tiştên hatine kirin bên eşkerakirin.
Sezgîn Tanrikulu amaje bi wê yekê kir ku di afirandina zemîna ku bûye sedema vê bûyerê de berpirsyariya siyasî ya hikûmetê heye û got ku ew dê têkoşîna xwe ya ji bo eşkerekirina rastî û pêkanîna edaletê bidomînin.
Tanrikulu got: “Dema ku em berê xwe bidin helwesta darazê û asayişê ya pêvajoya beriya kuştinê, pêvajoya roja kuştinê û pêvajoya piştî kuştinê; di encamê de, em dibînin ku her çend gumanbarek ku tetîkê dikişîne jî hebe jî, bingeha vê yekê siyasî ye, kujer tê parastin û têkiliyên wan nayên lêkolînkirin. Danişîn ji navenda Îzmîrê veguhestin vê derê. Sedema ku vehestinê pir eşkere ye. Yanî dibêje bila kes neyên, dixwazin ji raya giştî veşêrin û bibêjin binerin, me kijer girt, me ceza kir, ma êdî em çi bikin... Lê pirs ew e ku ev bûyer ji ku derê û çava destpê kir… Lê bingeha vê yekê zemîna siyasî amade kiriye.”
"Heta ku edalet pêk neyê dê berdewam bike"
Tanrikulu bi bîr xist ku sibe salvegera Komkujiya Roboskî ye û wiha dewam kir: “Di 28ê Kanûna 2011an de yek ji komkujiyên herî girîng ên van xakan li Roboskî pêk hat. Bi F-16an gundî bombebaran kirin. 18 ji wan zarok bûn. Birêz Erdogan çi gotibû? Encamderên vê bûyerê di korîdorên tarî yên Enqerê de winda nebin. Lê çi bû, dosya hat girtin. Belê, xemsariya parêzeriyê heye, lê divê em ji bîr nekin ku berpirsiyariya sereke di desthilatiyê de ye. Berpirsiyarê vê bûyerê, an jî berpirsê gelek bûyerên din, yên desthilatdar in… Ji ber vê yekê em dê hesab ji wan bipirsin; yanî ev dosya îro bên girtin jî nayên girtin, teqez dê bi delîlên nû vebin û heta ku edalet pêk were dê berdewam bikin.”
Rûdaw