Îro polîsên dewleta Tirk êrîşî nav mala PAK, PSK û Însîyatîfa Azadî kirin û dest dane ser dukumentên wan. Xuyaye ku sedemê êrîşan bilindkirina alaya Kurdistanê ye. Dewlet bi êrîş û tehdîdan dê nikaribe çavê tevgera neteweyî û demokratîk bitirsîne û dê nikaribe pêşîyê li bilindkirina alaya Kurdistanê bigre. Berî du rojan jî polîsan du endamên CNK desteser kiribûn.
Dewleta Tirk bi şêweyên tundrewî, bi êrîşên polîsan û bi dadgehên xwe yên nedadwer dê nikaribe pêşîya tekoşîna tevgera azadîxwaz bigre.
Em TDK Tevger bi her awayî piştgirên PAK, PSK, CNK û Însîyatîfa Azadî ne.
Bijî alaya Kurdistanê, bimre dagîrkerî
Alaya me rûmeta me ye.
Tevgera Demokratik a Kurdistanê - TEVGER
Kürdistan Demokratik Hareketi – TEVGER