Li Hewlêrê Konferansa Navdewletî ya TEDx Nishtiman birêve diçe û di konferansê de 12 axaftvan bi mijarên cur bi cur behsa çîroka serkevtina xwe dikin.
Li Hewlêrê îro 24ê Tebaxa 2019am Konferansa Navdewletî ya TEDx Nishtiman li Hola Sead Ebdulla bi beşdariya 12 kesên serkevtî birêve dice.
Îro çaremîn Konferansa Navdewletî ya TEDx Nishtiman saet 10.30 bi beşdariya 12 axaftvan dest pê kir û ew bi mijarên cur bi cur behsa ezmûna xwe ya kar û rêya serkeftina xwe dikin.
Ednan Kerîm
Sala 1963ê li Kerkûkê ji dayîk bûye
Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê qedandiye
Sala 1979ê dest bi stranbêjiyê kiriye
Di wan salan de gelek stran tomar kirine
Sala 1992ê çûye Swêdê
Albûma dawî bi navê “Şew Ba” belav kiriye
Barîkan Îsmaîl
Sala 1987ê li Soran ji dayîk bûye
Li Beşa Bazirganî û Rêvebirinê ya Zanîngeha Aalborg dersan dide
Wek şêwirmend û gotarbêj ligel rêxistinan kar dike
Ji 11 salî ve li Danîmarkayê dijî
Di sosyolojî, rêvebirin û bazirganî de bekaloryos bidest xistiye
Di rêxistin û stratejiyê de master wergirtiye
Di programa “Lead the Talent” de wek serkirdeya siberojê hatiye hilbijartin
Bêrîvan Hatem Seîd
Rahênera Taekwondo
Amadeyî qedandiye
Rahênera Taekwondo ya Tîma Niştimanî ya Iraqê bû
Di Taekwondoyê de kemera reş bidest xistiye
Wek rahênera laşciwaniyê kar kiriye
28 madalyayên yekemiyê wergirtine
Mihemed Jesus
Produser û Rojnamevan
Sala 1993ê li Mûsilê ji dayîk bûye
Ji ber nearamiyê koçberî Duhokê bûye
Di endazyarî de bekaloryos bidest xistiye
Di birêvebirina bazirganî de master wergirtiye
Sala 2015ê ligel grûpek rêxistinên medyayî “Yalla” damezrand
Sazan Emîn
Makeup Artist
Destpêşxera kar û çalakvanên torên civakî ye
Li Hewlêrê ji dayîk bûye
Li bajarê Kopenhagen ê Danîmarkayê dijî
Balyoza herdu rêxistinên Green Kids û Lotus Flower e
Hêja Sindî
Mamostayê Zanîngehê
Sala 1969ê li Bexdayê ji dayîk bûye
Di rêvebirina bazirganî de doktora wergirtiye
Ji sala 1998ê ve wek akademîsyen kar dike
Endamê Fakulteya Bazirganî ya Zanîngeha Kurdistan e
Wek şêwirmend li Neteweyên Yekbûyî kar kiriye
Rêveberê berê yê Navenda Kar bû li Zanîngeha Duhokê
Suzan Ebdulhadî Newroz
Şaîr û Hunermend
Sala 1989ê ji dayîk bûye
Zêdeyî 5 pêşangeh û festival organize kirine
Kitêba “Xewn û Xozî” nivîsiye
Prof. Dr. Can Îlhan Kizilhan
Derûnnas
Pisporê ziman, kultur û dîroka welatên rojhilatê Asyayê ye
Rêveberê Peymangeha Zanistî Transcultural a Zanîngeha Baden-Württemberg a Almanyê ye
Rêveberê programa taybet bi jin û zarokên bin destê DAIŞê ye
Damezrênerê Beşa Çareseriya Derûnî û Saykolojiyê ye li Zanîngeha Duhokê
Dema 20 salan e çareseriya wan kesan dike ku traumatize wan heye
20 kitêbên wî yên belavkirî hene
Çendîn xelat wergirtine û ligel rêxistinên navdewletî kar dike
Manar Shubber Hais
Dîzaynera Cil û Berg
Di ziman û edebiyata Erebî de bekaloryos wergirtiye
Dîzaynera cil û berg û rêvebera maleke fashion e
Beşdarî Expo Milano ya Îtalyayê bûye
Beşdarî fuarên modeya tekstîlê yên li Tirkiyê bûye
Dr. Zana Ehmed
Pizîşkê Derûnî
Li Silêmaniyê ji dayîk bûye
Di pizîşkiya giştî de bekaloryos wergirtiye
Xwendekarê doktora ye di pizîşkiya derûnî de
Yek ji xwediyên Training akademî ye bo rawêjkarî û rahênanê
Damezrênerê zêdeyî 8 projeyên xêrxwazî û veberhênanê ye
Serokê Federasyona Navdewletî ya Xwendekarên Pizîşkî ye li Silêmaniyê
James Thornton
Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê
Sala 1989ê peywendî ligel Wezareta Derve ya Brîtanyayê daniye
Çendîn erk li London û derveyî Brîtanyayê, wek Amerîkaya Latîn wergirtine
Wek Serokê Beşa Siyasî ya Balyozxaneya Brîtanyayê li Mexico City kar kiriye
Heta Tebaxa 2015ê Komîsyarê Bilind ê Brîtanyayê bû li Lusaka, Zambîa
Ji 2016ê heta 2019ê balyozê Brîtanyayê bû li Bolîvya
TEDx Nishtiman konferanseke cîhanî ye û salane li zêdetirî 160 welatan ji aliyê gencan vet ê rêkxistin.