Êrîşên li hember nûnerên me yên hilbijartî ne qebûlbar in!
NIVÎSA SEREKE YA ROJÊ
Her krîzek ji bona serokek totalîter dema herî baş e. Ev tişt rastîyeke wisa ye ku îroj xwe ji Macarîstanê heta Brezîlyayê, Honkongê û Fîlîpînê nîşan dide.
Her weha ev tişt ji bo serokdewleta Tirkîyeyê Recep Tayyip Erdogan jî rastîyek e ku di destpêka epîdemîya vîrusa koronayê de hidûdên xwe yên li hemberî Yunanîstanê vekir da ku di ora vê kaosê de YEyê bi pêleka nû ya penaberan ve tehdît bike.
Ev hemû tişt perçeyên xirs û hewesa rejîmê ye ku cîhê xwe ya jeopolîtîk bi kar bîne.
Sîyasetvanên Swêdê bûne hedefên êrîşan
Nuha Swêd jî bûye hedefek dîrek/rasterast ya êrîşên rejîma Erdogan.
Çar endamên parlamentoya Swêdê, hemû jî bi koka xwe hemwelatîyên Tirkîyeyê di 17 organên çapemenîya Tirk de bi alîkarîkirina terorîstan hatine sucdarkirin û wek xayînên welatê xwe hatine bi nav kirin. Serkan Köse, Sultan Kayhan, Kadir Kasirga û Roza Güclu Hedin ku hemû jî endamên Partîya Sosyal Demokrat ya Swêdê ne, ji bo ku pêşnîyarek nivîsandî ya ji bo mafên kurdan ku li parlamentoya Swêdê hatîye amadekirin, îmze kirine tên darvekirin/mehkûmkirin. Ji wan 13 endamên parlamentoya Swêdê ku vê pêşnîyarê îmze kirine, bi tenê ewên ku bi koka xwe hemwelatîyên Tirkîyeyê ne dibin hedefa van erîşan.
Êrîşên Enqereyê (Ankara) ne qebûlbar in û Swêd êdî nikare bi bêdengî û bê tevger bi tenê lê temaşe bike ku desthilatek xerîb yê derve bi vê awayî êrişî Swêdîyên hilbijartî bike. Divê netîceyên helwestek wisa hebin! Medyaya bi rejîma Tirkîyeyê re girêdeyî (pêbawer) hema hema bi qasî kanalên propogandayê yên Valadimir Putin azad in û divê bi van pîvanan bêne nirxandinê. Ew weşanên di vê mijarê de hatine kirin operasyonên tesîrkirinê yên li hemberî Swêdê û demokrasîya Swêdê ne û îhtîmalek mezin e ku Erdogan wisa difikire ku hihumeta Swêdê bi krîza vîrusa koronayê ve mijûl e û dê tedbîrên tuû û hişk nikaribe bigre.
Lê nuha êdî bes e!
Divê bê mehkûmkirin
Ya maqûl ew e ku dîvê êdî tehamula/bînfirehîya Swêdê li hemberî Erdogan hatibe dawîya xwe. Divê Swêd ji bo Tirkîyeyê bi aşkere bide dîyarkirin ku eger êrîşên Tirkîyeyê li hember Swêdîyên hilbijartî bidome dê sefîrê Tirkîyeyê ji Swêd bê derxistin û peywendîyên dîplomatî ya herdu dewletan dakeve sewîyeya formalîteyê. Her weha divê peymana gumrukê ya Tirkîyeyê bi YEyê re jî bê minaqeşekirin.
Ev pirs di eslê xwe de divê hîn dema Erdogan par 8(sala berê) hêzên xwe yên leşkerî şand/xist bakûrê rojhilata Surîyeyê hatibîya rojevê û li ser maseyêde bûya. Peymana gumrukê ya di navbera Tirîyeyê û YEyê di eslê xwe de, di sanîyeya ku Erdogan pirsa penaberên li welatê xwe veguherand û mîna sîlehek sîyasî bi kar anî, hatibûya betal (îptal) kirin. Rejîma li Enqereyê ji zimaneka din fahm nake.
Weka gaveka yekemîn divê serokê parlamentoya Swêdê Andréas Norlén tiştê qewimîye bi awayek zelal mehkûm/şermezar bike.
Dikare wextek zêde ne pêwîst be ku sefîrê Tirkîyeyê dest pêke û çenteyên xwe hazir bike (bide hev) ji bo vegere welatê xwe.
Têbinî: Nivîskara vê maqaleyê Lotta Ilona Häyrynen yek ji sernivîsarên mezintrîn rojnameya sosyal demokrat ya Swêdê ye.
Wergêr: Vîldan Saîm Tanrikulu, werger/mamoste