Wezîrê petrol ê Iraqê Cebar Liêbî da zanîn kuTehran û Bexdayê li ser şandina nefta Kerkûkê ji bo Îranê li hev kirin û dê Iraq rojane 30 heya 60 hezar bermîlên petrolê bişîne Îranê û di pêşerojê de ev hejmar dê were zêdekirin
Rêvebirê Giştî yê Şirketa Somo ya Iraqê Elaî Yasirî jî got: "Min li gel nûnerê Wezareta Petrol a Îranê Hîdayet Zade ew rêkeftin îmze kiriye, beramberî petrola ji Kerkûkê here ji Îranê. Dê Îran jî bi qasî wê petrolê bişîne ji başûrê Iraqê re û bi vê yekê xerciya gihandina petrolê ji bo başûrê Iraqê wê kêm bibe. Em ê mifayê ji şandina petrola Kerûkê bibînin, Petrol jî wê bi rêya tankeran bê şandin heya ku boriya şandina petrolê ji Kerkûkê heya Îranê bidawî bibe. Projeyê xeta borî ya petrola Kerkûkê wê di demeke nêzîk de were destpêkirin."