Têkoşîna Dayikên Şemîyê bû mijara kurtefîlmekê: “30 sal û şevek”

.

Têkoşîna Dayikên Şemîyê ya ji bo dîtina zarok û xizmên xwe yên di dema desteserkirinê de hatine qetilkirin bû mijara kurtefîlmekê.

Derhênerê fîlmê Îsmaîl Çeçenê ku di gelek festîvalên netewî û navneteweyî da xelat girtine, çîroka dayikeka ku li kurê xwe yê wenda digere kiriye kurtefîlmek.

Fragmana kurtefîlma bi navê “30 Sal û Şevek” hatiye weşandin.

Di fragmanê da tê dîtin ku dayikek 30 salan li pêy hestîyê kurê xwe yê wenda digere û dibêje, “Eger ez bêyî ku wî bibînim û bimirim hestîyên wî li kêleka min binax bikin.”

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye