TÊKVEÇÛN Bİ DAWÎ NAYE

Baran Hemze

 

Bawer dikim berî sê rojan bû, li gel hevalek xwe yê qedîm  me hinek sohbet kir û dû re min jê pirsî, gelo te nivîsa min a bi tirkî xwendiye an na. Bersîva wî gelek xweş bû, ma tu bi tirkî dikarî biinivisînî? Min jî got ka kerem bike bixwîne û dû re şîrova xwe bike. Û me behsa hinek nivîsê kevn û aktuel kir. Min behskir ku berê jî di derbarê rêxistinên bakurê Kurdistanê de du nivîs nivisandime. Min wê demê di malpera min a medya civakî de û di malpera PDK-Bakur de weşandibû. Dû re gelek gelek malper nivîsê min ji wir girtibûn û weşandibûn.

Ya yekemin li ser têkçuna rêxistinên li bakurê welat bû.

Ya duyemîn jî li ser berdawamiya têkçûna rêxistinên bakurê welat bû. Bawer dikim tu kurdek welatperwer wê nexwaze bi xwesteka dilê xwe nivisên bi vî rengî û naverokê binivsîne.

 

Dilê min dixwest ku bejim têkçun sekinîye û hêvîyek xurt ji bakurê welat hildibe.

Piştî şikestina rêxistinên Kurdistanî li bakurê welat gelek hewildan çêbûn, naxwazim wan hewildanan yek û yek li dû hev du rêz bikim. Ji xwe wê bala gelek kesan jî nekişîne.

Bêyî ku bi nav bikim li bakurê welatê me rêxistinên Kurdistanî hêdî li herî binî sekinîye, ji xwe ji wê wêdetir jî rê tuneye ku biçin.

Sedem çiye? Ji bo min sedema yekemîn rêxistinên bakurê welatê me tu caran li têkçuna  xwe mikur neanîne.

Herdem ev tişt bin pê bûne û sedemê têkçûnê tu caran bi dilek vekirî nehatîye gengeşîkirin.

Di nav rêxistinan de herdem şerê kes, kesayetî, post û berjewendîya şexsî rû daye. Ev yek mixabin bi xwe re gengeşîya têkçunê anîye.

Qadirê şikestî, kernehatî û gelek cara di xebatê de xwe dubare kirin bi xwe re şikestin û bê bawerî pirsgirêka herî mezin bûye di nava rêxistinan de.

Bê ku sedemê têkçunê gengeşî bikin, şerê hevalên xwe kirine. 

Şerek bê wate!

Têrnekirina xwe, di kurt û kêmasîyê hevalên xwe de veşartine.

Di şûna kêmasîyên xwe û bê îmkaniyên heyî raxin ber çavan, hîn bêtir hişk destên hev bigrin û li riya çareseriyan bigerin, li pêşîya hev kemînan datînin ku hevalên xwe bixinê û pê li hustîyê wan bikin. Kesên weha bi aqilê xwe yên sivik gelek caran xwe serkeftî dibînin.

Di medya civakî de, çikas çeqel, virker, qelemşorê bê wate hene dibin alîgirê kesyetîyên bi vî rengî û bi vê rola xwe para wan a di rewşa heyî ya xerab de heye.

Ew jî xwe tiştek hisab dikin! 

Heger tu rastîya meselê binerî, kesên bi vî rengî berîya her tiştî xedrek mezin li keda xwe ya berê dikin, pişt re bi vê helwesta xwe derbe li hewildanên nuh û xweş dixin.

Ji bo hinekan civaka medya bes e, pîvana têkoşîna wan civaka medya ye.

Bila li wan kesan pîroz be!

 

Mirov di cîhê xwe de nikare rehet bisekine, wujdana mîrov dest nade ku bê deng bisekine.

Ji bo min û berîya min jî ji bo gelek kes û kesayatîyan PAK bîhnek nû bû. Hêvîyek nû bû. Wek nêrîn daxwaz ji bo hemû Kurdistanîyan cîhê kêfxweşîyê bû.

Berdewama tu rêxistinek nebû, lê hinek bi înad xwestin PAKê bikin wek berdewama rêxistinekê, ji ber wê ew geşiya ku mirov dixwest û îmkanê ku bighê wê astê, pêk nihat û teng ma.

Partîya Azadîya Kurdistanê bîhnek nû hişmendîyek hevdem pêşkeşî bakurê welatê me dikir.

Lê pirsgirêkê herî mezin, kadirê partîyê têrî bicîkirina wê hişmendîyê nedikir.

Ev nerînên bi qîmet têra xwe bersîvek erênî negirt. Bi hemû pirsgirêkin aborî, sîyasî, rêxistinî PAK hîn jî hêvîyek herî mezin e li bakurê welatê me.

Ji bo pêkhatina hişmendîyek nû têra xwe li ber xwe da, xebata xwe ya esasî ji bo yekitiya bakurê Kurdistanê xerç kir.

Mîrov dikare bêje bê hisab tevgerîya û gelek caran xebatê xwe yê rêxistinî paş xist, mesaîya xwe da armanca yekemîn, pêkanîna yekîtîya hêzên Kurdistanî...

Ew di eslê xwe de  fedakarîyeke bêhempa ye.

Gelo di encamê da mîrov çi dikare beje?

Hemû rêxistinên Kurdistanê bêyî ku nav binivisînim, ji bo yek carê be jî divê, dev ji berjewendîyê rêxistinî berdin.

Sedemê têkçunê bi rastî gengeşî bikin û nuha li gorî wî jî helwestek Kurdistanî bigrin.

Gelo ma ne bes e! 

Heger rastîya rêxistinên kevn, hebûna dê wê bibûna bersîvek xurt ji pêwajoyê re. Lê mixabin ji xwe re nabûn bersîvek erênî.

PAK gelek kurt û kêmasîya wî heye, lê heya niha îspat kir ku ji bo rêyek hevbeş ji hemû rêxistinan zêdetir xebat kir û li ber xwe da.

Ka werin em hemû bi hev re wî barê giran hildin.

Nexwe emê hemû di bine wê barî de bimînin û hêvîya miletê xwe têkbibin. Rîya serkeftinê tev xebatek girseyî li qada welat û bi xetek neteweperestî derbaz dibe.

Bi hêvîya tevxebatek Kurdistanî li bakurê welatê me.