Televîzyona “Press TV” ya bi zimanê Îngilîzî li setelayta Eutelsat`ê hate daxistin

.

Televîzyona Press TV ya bi zimanê Îngilîzî ya ser bi rejîma Îranê ku belavkirina wê li ser kompaniya Eutelsat a Fransê bû, hate daxistin.

Kompaniya Eutelsat a Fransê bi vê Tv yê re ragehandiye ku weşana vê li ser satelayta navbirî hatiye rawestandin.

Yekîtiya Ewropayê berê ev Tv ya rejîma Îranê bi sedema belavkirina nûçeyên derewîn û belavkirina îtirafên bi zorê yên xwenîşanderên Îranê yên hatinî girtin, siza dabû.

Eutelsat yek ji mezintirîn dabînkerê xizmetguzariyên weşana satelaytê li cîhanê ye û setelaytên vê kompanyaya Fransî tevahiya parzemîna Ewropa, Rojhilata Navîn, Afrîqa û Amerîka li xwe digire.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn