Tenê ji gundekî Rojavayê Kurdistanê 1900 kes koçber bûne

.

Ji ber çend sedeman cuda ciwanên Rojavayê Kurdistanê cih û warên xwe derdikevin û berê xwe didin koçberiyê. Yek ji gundên herî zêde pêla koçberiyê hebûye gundê gundê Tepkê yê ser bi Dêrikê ve ye ku hezar û 900 kesan ji wî gundî koçber bûne.

Koçberiya ji gundên Rojavayê Kurdistanê, bandorê li ser bingeha demografî ya wan navçeyan dike, bi awayekî ku kesên biyanî wê valahiyê dadigirin.

Li gorî lêkolînên ku hatine kirin, rêjeya koçberiyê ji gundên Rojavayê Kurdistanê zêde bûye.

Di nava salên krîza Sûriyê de, hin gund bi tevayî vala bûne, hin jî heta rêjeya %70 nişteciyên wan koçber bûne.

Weke mînak gundê Tepkê yê li navçeya Koçeran a ser bi Dêrikê, li gorî zanyariyên nivîskar û şîniyê wî gundî, Hişyar Mîranî ji Rûdawê re ragihandine: “3200 kes, nişteciyên wî gundî bûn. 9 kes, berî sala 2011yan, ji gund koçberî Ewropayê bûbûn. 850 kes ji nişteciyan, niha koçberî Ewropayê bûne, piraniya wan ciwan in. 100 kes ji nişteciyên wî gundî, li Şama paytexta Sûriyê bicih bûne. 950 kes li Herêma Kurdistanê dijîn. 1,300 kes li gund mane.”

Bi gorê zanyariyên heman çavkaniyê %15 ji nişteciyên gundê Tepkê ciwan in, %85 ji nişteciyan temen mezin in û %90 ji xwediyên bawernameyên zanistî koçber bûne.

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir