Teqemenî danîbû avahiya HDPyê: Hat berdan!

.

Jina ku li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê 3 şûşeyên teqemeniyê danîbûn avahiya HDP û YSPyê hat berdan.

Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê doh jina bi navê A.C. ya 26 salî 3 şûşeyên ku di nava wan de madeyên teqemenî û şewatê hebûn danîbûn avahiya HDP û YSPyê.

Endamên HDP û YSPyê ew jin girtibû û radestî hêzên ewlehiyê kiribûn.

Piştî karûbarên li Rêveberiya Asayîşê A.C. sewqî edliyeyê hat kirin.

Hat ragihandin ku A.C. li Nexweşxaneya Nexweşiyên Derûnî ya Dr. Ekrem Tokê ya Edeneyê hatiye tedawîkirin derûniya wê ne baş e.

Dadweriya Ceza ya Sulhê, gumanbar A.C. bi şertê kontrola edlî serbest berda.

Li aliyê din parêzgariya Edeneyê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariyê di daxuyaniyê de ragihand ku gumanbar di lêpirsîna xwe ya ewil de li xwe mikur hatiye ku wê made danîne avahiyê.

Herwiha parêzgariyê da zanîn ku derketiye holê ku derûniya gumanbarê ne baş e.

Herwiha lêpirsîna edlî ya derbarê bûyerê de bi gelek awayan berdewam dike.

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e