Termê Dr. Firset Sofî hat veşartin

.

Li goristana Şêx Ehmed a bajarê Hewlêrê termê parêzgerî Hewlêrê Dr. Firset Sofî radestî axê hate kirin û hat veşartin.

Îro 19.11.2020ê piştî merasîma pêşwazîya termê parêzgerê Hewlêrê Dr. Firset Sofî temam bû, termê wî li goristana Şêx Ehmed a Hewlêrê hat veşartin.

Firset Sofî dayîkbûyê sala 1978ê yê gundê Gezne ya sînorê qeza Çomanê ye û 12 Îlona 2019û wek parêzgerê Hewlêrê destbikar bû.

Firset Sofî xwedî doktoraya yasayên navnetewî bû û demekî jî li zankoya Selahedîn û zankoya polîteknîk a Hewlêrê mamostayê zankoyê bû. Piştre bû parlamenterê Kurdistanê ser bi fraksiyona PDKê. Yekem endamê Parlamentoya Kurdistanê bû ku mûçeyê malnişîniyê red kir û vegeriya ser karê xwe yê berê.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne