Termên her du ciwanên din ên ku berî 13 rojan li Çemê Qeşan a Mawêtê de wenda bûbûn, hatin dîtin. Piştî ku vê sibehê li heman cihî cenazeyê ciwanekî din hate dîtin.
Rêvebirê Parastina Şaristaniyê li Silêmaniyê, Diyar Îbrahîm ji tora medyaya Rûdawê re got, "termê duyem yê sê xortên ku wenda bûbûn ji aliyê tîma avjeniyê ve hat dîtin ku di çemê Qeşan de xeniqîn û niha mijûlî derxistina wê ne."
Rêvebirê Parastina Şaristaniyê got, termê wî xortê ku hat dîtin li ser avê ket û paşî tîma avjeniyê çû û termê derxistin û me ferman daye tîma firokevaniyê û ew dê termê wî derxin derve.
Koser Newzad
Êvara 21ê Adarê roja Newrozê, sê ciwanên ku ji bo wênegirtinê çûbûne çemê Qeşan ê ser bi navçeya Mawetê wenda bûbûn ji wê demê heta niha tîmên xwebexş, xelkê deverê, tîma firokevaniyê û tîma avjeniyê li cenazeyên wan xortan digeriyan termên du kesên din jê dîtin.
Qaymeqamê Mawetê Kameran Hesen ji Rûdawê re ragihandibû ku cenazeyê Helkewt Nûrî, di çemê Qeşanê yê bi ser navçeya Mawetê hat dîtin.
Xwebexşê bi navê Zana Ebûbekir ku cenaze dît got, "me cenaze nêzî saet 17:00an de dît. Dema em ketin avê me dît ku term yê Derûn Raûf yê 27 salî ye."
Zana Ebûbekir got, "Cenaze danê sibehê li heman cihê ku termê Helkewt Nûrî lê bû hat dîtin.
Van her sê ciwanan wêne û vîdeoya xwe ya dawî li ser tora civakî ya Snapchatê li ser çem belav kirin. Kosar û Derûn ji gundê Bersimaqa Mawetê ne, Halkawt Nûrî ji Hewlêrê ye ku ji bo serdanê çûbû mala xezûrê xwe.
Rûdaw