Navenda Nûçeyan- Îro derdora nîvro termê, Ferhad Xusrewî, kolberê 14 salî yê xelkê gundê nê yê Merîwanê li nêzik, gundê Kemale yê ser bi navçeya Merîwanê ve hat dîtin. Roja Çarşemê termê birayê wî yê bi navê, Azad Xusrewî yê temen 17 salî li wê navçeyê hatibû dîtin ku ji ber sermayê canê xwe ji dest dabû.
Azad û Ferhad, roja 17ê vê mehê, bo kolberîyê çûne navçeya sînorê li gel Başurê Kurdistanê û di dema vegerê de, Azad ji ber berf û sermayê nekarî rêya xwe berdewam bike û Ferhad jî bo bangkirina xelkê vedigere. Lê Azad ew cihê ku lê bû canê xwe ji dest dabû û îro jî termê Ferhad ji alîyê xelkê navçeyê ve hat dîtin.
Li gel van herdu kolberên bira, hejmara kolberên di vê hefteyê de li navçeya Hewreman ji ber sermayê canê xwe ji dest dane gihişt pênç kesan