Navenda Nûçeyan - Termê Seîd Gabarî li ser wesîyeta wî bi xwe li goristana Mela Omer a li Hewlêrê hat veşartin.
Ji ber rênimayîyên xweparastina ji vîrusa koronayê, merasimên şînê bo hunermend Seîd Gabarî nayên danîn.
Seîd Gabarî xelkê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, sala 1956an ji dayik bûye û ji temenê 8 salî ve bînahîya çavên xwe ji dest daye. Ji salên 1970an ve dest bi stranbêjîyê kirîye, sala 1980an hatîye Başûrê Kurdistanê û bi hunera xwe mil bi milê pêşmergeyan şer kirîye.
Piranîya tekstên stranên wî yên hozanvanên navdarên Kurd Cegerxwîn û Tîrêj bûne û heta niha 4,712 stran gotine.
Seîd Gabarî
-Hunermendekî navdar ê Kurd e
-Xelkê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê ye
-13ê Nîsanê ya sala 1956`an jidayik dibe
-Ji Gundê Xirbê Kejê ya Qamişloyê ye
-Bavê heşt zarokan e
-Bo dema 50 salan stranên Kurdî gotin
-Di sala 1966`an de Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj nas dike
-Di sala 1967`an de fêrî tembûrê dibe
-Di sala 1969`an de konsera xwe ya yekemîn dide
-Di sala 1970`an de ji ber straneke şoreşgerî tê girtin
-Hikûmeta Surîyeyê gelek îşkence li wî dike
-Ji ber zextên sîyasî neçar dimîne ku biçe Ewropayê
Rûdaw