Navenda Nûçeyan - Ligor zanyarîyan li gundê Mehrî yê Bêşebaba Şirnexê di 11ê Çileyê de hevjînên hev Şîmonî û Hurmuz Dîrîlî winda bibûn. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl a keldanî hat dîtin.
Cenazeyê Şîmonî Dîrîlê piştî 69 rojan li nêzî çemê gund hat dîtin. Ji bo wergirtina cenaze dozger çû cihê bûyerê û tê çaverêkirin ku lêkolîn derbarê cenaze were kirin.