Heftiya bihorî li beravên Îzmîrê li Tirkiyê, yexteke koçberan ku 35 kes têde bûn, di nava deryaya Egeyê de noqmî avê bû û di encamê de 34 kes xeniqîn, ku 19 ji wan Kurd û xelkê parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê bûn. Ji wê bûyerê tenê jineke Kurd a bi navê Mihabad Îsmaîl Elî rizgar bû.
Şeva Çarşema bihorî belema 35 koçberên Kurd û erebên Iraqê û çend Efxanî di deryaya Egeyê de noqm bû û di encamê de 34 kes ji wan xeniqîbûn, ku 19 kes ji wan welatiyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê bûn û xelkê herdu bajarên Zaxo û Duhokê bûn. Ji wê bûyera dilşewat tenê jinek bi navê Mihabad Îsmaîl rizgar bû, lê belê hevjîn û 5 zarokên wê jinê di bûyerê de canê xwe ji dest dan.
Herwiha îro jina rizgarbûyî ji wê bûyerê, Mihabad Îsmaîl tevî termên kurekî xwe û hevjînê xwe vegeriya Başûrê Kurdistanê, lê belê hêj termên çar zarokên wê nehatine dîtin.