Derbarê siyaseta Tirkîyê da me gellek caran şîroveyên balkêş dixwendin û li nêrînên hinek kesan guhdarî dikir, ku “hikûmet dixwaze pirsa Kurd çareser bike, lê artêş qayîl nabe û hikûmet jî naxwaze ji çarçoweya siyaseta sînordarkirî ya artêşê derkeve û ewqas ne wêrek e, ku arteşê bike bin serwerîya xwe û siyaseta xwe li wê ferz bike!”
Li ser mijarê, di navbera siyasetvanên bakurê Kurdistan’ê da jî gengeşî hebû, hêj jî heye, taybetî di navbera nûnerên partî û derdorên siyasîyên cüda da.
Piştê bi serneketina derbeya eskerî, rewşa arteşê û serwerîya serokkomar û hikûmetê li ser dewletê, herweha têgihan (tirkî dibêjin algi) û bîr û bawerîya li rayagiştî pêwîst dike, ku mirov bipirse, gelo ev dîtin çiqas rast derket?
Rastîya vê nêrînê bi peyandina derbeya eskeri hat ceribandin.
Mixabin, rayedarên dewleta Tirk, taybetî serokkomar ji bere bêhtir tûj bûye, denge xwe bilintir dike, peyamên şowenîst û gef xwarinê êdî bûne karê rojane.
Mixabin, carek din me rastîya ser erde dît; ji helwesta serokkomar û rayedarên hikûmet û AKPê dîyar e, hikûmet li çareserkirinê ra ne amede ye.
Heçku, derbeya eskerî bi hêlekê va derfetên giranbûha dike deste hikûmetê, taybetî serokkomar bi xwe.
Îmaja artêşê xera bû, pêbawerî lawaz bû, eger artêş li ber çareserkirinê asteng bû, gelo ne demek rast e, ku serokkomar û hikûmet bi mebesta çareserkirinê tevbigerin û bi israr bin, dîyar e, eger li welatekî pirs bên çareserkirin deshelat hêsa û bi salan dirêj dajo, bi her avayî welat serketî dibe.
Em dibinin, ku artêş ji bere gellekî bêhtir ketiye bin bandora serokkomar û hikûmetê, wate bi serneketina derbeya eskerî rejîmî serwerêsiyê (wesayet) bi heravayî têkçû, êdî biryar bi temamî di destê serokkomar û hikûmetê da ye?
Wekî berî ne pêkan e ku serokkomar û hikûmet xwe bispêrên hinek hincetan (mazeret) û taybetî helwesta arteşê derxin pêş, wekî astengek tênebir nişan bidin.
Îro him li Tirkîyê, taybetî di qada siyasîya Tirkîyê da û him jî di qada navneteweyî da hincetên ku Tirkîyê derpêş dikirin, taybetî hinceta tîrûşa (mukawemet) arteşê nabe cîyê baweriyê, êdî dîyar e ku bi mebestê ferzkirina hêza arteşê nema ye.
Çend rojan berê min di derekê da xwend, ewqas pîlot ji kar hatine avêtin ku îro “jimara firokên şer ji pîlotan bêhtir in.”
Ango, îro bi her avayî serokkomar û hikûmet desthelardar in, berpirsyar in, êdî ti asteng û hincet neman ew xwe bispêrin, bilî hestên şowenîst û şerxaziyê.
Jixwe dagirîya Cerablûs (Jarabulus), ku mebest heta Ezaz’ê û dagirîya çil km. li başûrê Cerablûsê ye, ku hewla pêşîlêgirtina pêşveçûna Hêzên Demokratîk Suriyê ye ku derfeta “korîdorekî” di navbera Kobanî û Efrînê da bêt rakirin.
Bi bawerîya min xeter ne tenê pêşîlêgirtina avakirina “korîdorekî” ye, eger Tirkîyê derfetê bibine ewê li devera di navbera Cerablûsê û Ezazê, bi firehîya çil km. bicî bibe, vê deverê tahkîm bike.
Piştre, eger derfetê bibine, dê li ser kontonên Rojava bibe gef, jixwe li ser vê mijarê hinek şîrove û peyamên şowenîst ji îro va tên bihîstin.
Ji dest vê ye, ku dewletên di destpêkê da destûr dan Tirkîyê îro daxwaza vegera wê dikin, bona nav tixûbê Tirkîyê.
Îran’ê derî vekir, daxwaza xwepaşve kişandina Tirkîyê kir, jixwe bi qasî sîtavên ji Federasyona Rusya’yê tên bihîstin ev, li helwesta Tirkîyê nerehet e.
Herweha, Dewletên Yekbûyî Amerîka di navberê da ma ye, lê bawerim li fêla Tirkîyê biguman e û dîyar e, ewê fişarê li ser Tirkîyê bidomîne.
Gotina dawî, bi serneketina derbeya eskeri derfetek giranbûha ket destê Tirkîyê, artêş lawaz bû, berevacî vê deshelata sivîl bihêz bû, rayagiştîya Tirkîyê amedebû bona çareserkirina pirsgirêkên bingehî û gavên demokratîzekirina Tirkîyê, lê dîyar e ev derfet dê ji dest here.
Serneketina derbeyê konjuktûr guncan kir, lê R. Tayyip Erdogan ne….
……..
Îro Roja Aştîya Cîhanê ye, aştîya ku erdnîgarîya Kurdistan’ê jê bêpar e.
Bi hêvîya paşerojek aştîyane bila Roja Aştîya Cîhanê pîroz be.
01.09.2016/Dusseldorf