Teşkîlata Amedê ya PWKyê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî

.

Teşkîlata Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Amedê roja 16ê Adara 2024ê di saet 11.00an de, li Amedê, li gereka Ofîsê, li ser Cadeya Gewranê ji bo şehîdên Jenosîda Helebçeyê deqîqeyekê rêz girt.

Paşê li Teşkîlata bajêr a PWKyê civîna çapemenîyê ya PWKyê hate li dar xistin.

Di civîna çapemenîyê de, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay bi kurmancî, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mehmet Alî Yilmaz bi kirdkî-zazakî, di derbarê Jenosîda Helebçeyê de daxuyanîya PWKyê pêşkêş kirin.

Li gel rêvebir û endamên PWKyê, nûnerên HAK-PAR û PSKyê û sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî civîna çapemenîyê ya PWKyê bûn.

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî dema konferansa neteweyî diyar kir
Serok Barzanî: Papa Francis rolekî bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû
Li Tirkiye Xelk nikare deynan bide: Dosyayên îcrayê 23 milyon derbas kirin
Dadgeheke Îraqê biryara girtina parêzgarê berê yê Kerkûkê da
'Ji 31 goran cenazeyên 1700 şehîdên Kurd hatine derxistin'