Teşkîlata Wanê ya PWKyê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî

.

Teşkîlata Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Wanê roja 16ê Adara 2024ê, li teşkîlata PWKyê ya Wanê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî. Bîranîn, bi rêzgirtina ji bo şehîdên Jenosîda Helebçeyê destpêbû.

Paşê Nivîskar û Weşangerê Kurd Qahir Bateyî di derbarê Jenosîda Helebçeyê gotara xwe pêşkêş kir. Rêvebirê PWKyê Îsmet Elçî jî daxuyanîya PWKyê ya di derbarê Jenosîda Helebçeyê de xwend.

Li gel rêvebir û endamên PWKyê, Serokê Teşkîlata Wanê ya PSKyê Tayîb Kiizlyildiz û heyeta xwe, nûnerê HEZKURDê yê Wanê Îdrîs Kaval, nivîkar ê Kurd Zîya Avci, weşanger Îdrîs Ozkan, rîsipîyê kurd Hecî Eşref û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî çalakîya bibîranînê ya PWKyê bûn.

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike