“Tevahiya ofîsên Heşda Şeibê dê bêne girtin”

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî derbarê Heşda Şeibê de çend birryar derxistin û li gor yek ji wan biryara Heşdar Şeibî tevlî hêzên fermî yên Iraqê dibe û tevahiya ofîsên wê têne girtin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî derbarê Heşda Şeibê de çend birryar derxistin û li gor yek ji wan biryara Heşdar Şeibî tevlî hêzên fermî yên Iraqê dibe û tevahiya ofîsên wê têne girtin.

 
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî îro Duşemê (01.07.2019) biryarnameyeke leşkerî belav kir ku têde çend biryar derbarê Heşda Şeibî de bûn.

 
Li gor biryarnameyê grûbên ku naxwazin tevlî aliyên çekdar bibin, li gor yasayan dikarin bibin partî yan grûbên siyasî û dikarin bo parastina ofîsên xwe yên sîvîl çekên bi destûr li ser xwe bigerînin.

 
Di biryarnameyê de hat diyarkirin ku grûbên dizî an bi eşkera dervey yasayn bi çek xebatan bikin, dê bêne cezakirin.

 
Adil Ebdulmehdî biryar da ku Heşda Şeibî bi hêzên fermî yên Iraqê ve bê girêdan û ragihand ku hemû ofîsên darayî yên dervey çarçoveya nû ya Heşda Şeibî dê werin daxistin.

 
Ebdulmehdî ferman daye ku  hemû bazgehên wê rîxistna çekdar jî dê wern daxistin.

 
Serokwezîrê Iraqê herwiha destnîşan kir ku Serokê Desteya Heşda Şeibî dê ji alyê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ve bê diyarkirin.

 
Adil Ebdulmehdî xwestiye ku divê herî dawî ew biryarname heta 31ê Tîrmehê bêne bicihkirin û dibe ku derbarê Heşda Şeibê de çend biryarên din jî bêne derxistin.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne