Tevgerên li Bakûrê Kurdistanê çima bi sernakevin?

Bubê Eser

 

Bûbê Eser

Li cîhanê û di tevahiya damezrandina tevgerên li hember zordaran sedema têne damezrandinê,  ji bona bikaribin wan an sazûmanên zordar û dîktator têk bibin da ku welatê xwe azad û serbixwe bikin e.

Ji roja welatê me perçe kirine û heta roja îro em kurd jî ji bona vê, tevgeran dadimezrînin, pêk tînîn, partî û dezgehên ji bona azadiya xwe dixulîqînin ûhwd.

Lê ferqa me û cîhanê ji hev ev e ku serok û rêberên wan ji dil û bi hemî kanîn û zanînên xwe ji bona tekoşîna gelê xwe tevdigirin, ango şoreşa li hember zilmdarên xwe didin

Heta vir em û cîhan weke hev dikin. Serok û rêberên gelê me li gel hin kêmaniyan heta sala 1938an weha kirine û piraniya wan di vê rêyê de canê xwe ji dest dane.

Lê ferqa ku heta niha me kurdan nedîtiye ev e: Em kurd birçiyê azadî û serxwebûna gelê xwe ne. Em kurd tî yî serbestî û aramiya gelê xwe ne. Loma jî dema em didin ser vê rê yê tenê û bi tenê tiştekî difikirin:

Çiye ew?

Ew jî ev e ku çi dema em dikevin ser rê, nikarin bifikirin û bizanibin ku kî xerab, nebaş û ne canik û camêr e. Kî/ê dibin serok û rêberên me em bi hemî hêjayiyê xwe bê ku kêmaniyên wan bibînin, bizanibin, xwe dikin mirîd.

KÎ baş, camêr, xebatkar û rêberê gelê xwe ye. Dema em vê ferqê ji hev dernaxin ku heta niha jî me dernexistiye, loma jî em her wan kêmaniyan dikin û kirine…

Kurdên birçiyê azadiya xwe di nava tevgerê de, serokekî xwe dinasî, pê bawerî tîne û ji bona wî/ê tim dikare canê xwe jî bide. Lê mixabi, nikare bifikire an bibîne  ku serokê wî jî dikare şaşiyan bike.

Dijmin vê helwesta kurdan baş dizanin û naskirine ku çi dema serokê tevgera kurdan têk çû, hate girtin an kuştin tevger jî bi temamî têk dihare. Sedem jî piraniya kurdan serokê xwe ji Kurdistanê mezintir dibînin.

Ji ber vê jî tim daxwaza dagirkerên me li ser asasê tunekirina serok û rêberê kurdan de destpê dike. Heger em li dîroka xwe binêrin em ê vê bi rehetî li her çar perçên kurdistanê bibînin.

Di virde yên heta niha ev îmkan û derfet nedana dijmin tenha Barzanî ne. Lewra jî tim her çar dagirkerên me li gel hev, kar û xebatên asasî kirine da ku wan ji holê rake, lê bi sernetine.

Wan kelemên dijminê çavên dagirkerên me ango Barzaniyan bi vê hişmendiya xwe ya neteweyî nehiştin ku dijmin di virde bi serkevin.

Ez vegerim mijarê…

Ji ber bê îmkanî û derfetê wan tevgerên azadîxwazên gelê kurd yên bakurê kurdistanê, ji ber bê dialogê, mirov dikare bêje têk çûn. Ji ber ku wê demê teknolîjiya kurdan tune bû.

Dan û stendinên wan yên navxweyî û navdewletî kêm bûn. Tevgerê li ku dest pê kir li wir jî têk çû, dijmin jî ev xweş bi karanîn ku wan tevgerên azadîxwaz weke tevgerên mehelî ango herêmî rêdan û dinya bê deng man.

Piştî salên 1970î dema tevgerên kurdan xwe ji nû de bi rêxistinî kirin, serok û rêvebir ji kurdisanê mezintir kirin. Kirin ku hemî endam tenê bibin mirîd. Ji ber ku mirîd nikarin bi aqilê xwe bifikire, bi çavên xwe bibîne û bi guhên xwe bibîhîzin.

Kesên weha jî tenê girêdayî serokê xwe man, serok çi bêje rast e û munaqeşe jê re tune ye. Ne mafê yek endamî/ê bû ku bikaribe serokê xwe rexne bike an kêmaniya wî/ê bêje. Li gor min ev jî ji teref Kemalîstan bi zanetî di nava tevgerên bakurê kurdistanê bi cih kirin.

Loma jî êdî serokan çawa bixwestana tevgera xwe weha îdare dikir û bi rêve dibir. Ev nerîn û dîtin pir bi zelalî ji teref dijmin ve hate dîtin, loma wan bi destê xwe serokek bo kurdan destnîşan kirin.

Bi hemî îmkanên dewletê, ew xurt û desthilat kir.Kesên li dijberî wî nehiştin. Lewra kirin serokekî ku bi piraniya kurdan ew weke serok da qebûlkirinê. Wî çi got û dibêje, rast e û nayê munaqşekirinê. Ev bû destpêka wêrankirina tevgera gelê Kurd.

Her weha bi alîkariya Kemalîstan ev nexweşî bi piraniya serokan ve girêdan û kurdên endam kirin mirîd. Di piraniya tevgerên kurdan de ev xal bû ya sereke. Ji ber ku heta niha tu kesan, endaman serokê xwe rexne nekirine û şaşiyên wan nedîtine. Ên kiribin hebin jî ya hatine kuştin ya jî ji tevgerê hatine bi dûrxistin ango bê dengkirin.

Piraniya serokên tevgerên bakurê kurdistanê jî vê baş fêr bûne û dizanin. Loma ew jî çawa dixwazin, weke xwe dikin. Ji netewebûnê bêtir malbatî difikirin, ji azadiya Kurdistanê bêtir bi awayekî nehênî azadiya malbat û sexsî difikirin. Lê dîsa jî endam nikarin vê bibînin. Ji ber mîrid kor, kerr û lal in…

Li gor min heger ne ji ber vê sedemê ba, wê sedî sed tevgereke neteweyî ku hemî kurdên bakurê kurdistanê di bin sîwaneke neteweyî de bibana yek, peyde bû ba. Nabin ji ber ku sedem diyar e. Piraniya kesên rola serokatî û rêvebiriyê dilîzin, naxwazin vê pêk bînin…

Ez sedî sed îqna me û bawerim ku serokên partiyan bêne ba hev û eniyeke neteweyî ragihînin ew ê bi serkevin û wê tu renxneyên endamên wan jî tune bin. Ji ber endamên tevgeran tenê girêdayî serok û rêvebirên xwe ne.