Tevî hemû nerazîbûnan darên Şirnexê tên birîn

.

Li Şirnexê li herêmên daristanî tevî hemû bertekan, birîna daran berdewam dike. Darên ku bêyî destûra xwediyên wan bi hinceta ewlehiyê tên birîn li bazaran tên firotin. Endam û rêveberên saziyên sivîl, siyasetmedar û welatî bertekan nîşanî birîna daran didin û dibêjin; xwezaya Şirnexê bi hinceta ewlehiyê tê talan û wêrankirin.

Ev ew darên ku ji herêmên daristana Navyan û Bestasor ya Şirnexê têne birîn in. Darên ku li vir têne komkirin bi balhilgiran ji bo bazarê têne rêkirin. Li gorî rapora Rêveberiya Daristanan ya Giştî ya Tirkiyeyê, di nava 7 mehên 2022an de ji %8ê darên Şirnexê hatine birîn. Şênoyên navçeyê ji vê rewşê dilgiran in lê hemû hewlên wan bê encam mane.

Welatî Kamîl Yorga got: “Me dixwest ku em biçin gundewarên xwe, me bi daxwaznameyan xwest ku darên me nebirin û em vegerin gundên xwe. Me 125 daxwazname dane hemû partî û aliyên fermî. Lê bê encam mane.”

Rojane 25-30 barhilgir dar têne birîn û tona daran bi hezar û 100 heta hezar û 300 lîreyan tê firotin. Ango rojane bihayê milyonek û 200 hezar lîre darên talankirî têne firotin. Baroya Şirnexê û saziyên civaka sivîl bi rapor û çalakiyan dixwazin ku dawî li talankirina daristanê bê anîn. Li gorî Baroyê, bê destûr birîna daran tawan e lê belê hê jî ti kes ji ber birîna darên Şirnexê nehatiya dadgehkirin.

Mafnas û Berdevkê Lijneya Parastina Jîngehê yê Baroya Şirnexê Fadil Tay dibêje: “Me li dozgerya Şirnexê gilî tomar kir, dûv re jî me serî li dadgehê jî da lê belê her du giliyên me jî hatin redkirin.”

Ji %44ê erdê Şirnexê daristan e. Bi giştî darberû û darên fêkî lê hene. Bi taybetî ji 2015an ve bi hinceta ewlehiyê qadeke berfireh ya daristanê hatiye talankirin. Siyasetmedarên HDPê dibêjin; talankirina daristanê bi hinceta ewlekariyê wêrankirina axa Kurdistanê ye.

Hevserokê Şaredariya Silopya Suleyman Şavluk got: “Ew dibêjin em ji ber ewlekariyê daran dibirin lê belê li serê çiyayê Cûdî festîvalan saz dikin. Ew cihê ku hûn lê festîvalan çêbikin naxwe li wê derê ji aliyê ewlekariyê ve ti pirsgirêk nîn e.”

Rayedarên partiyên opûzîsyonê yên Şirnexê jî bedşarî çalakiyan dibin û dibêjin; heger darên pîrbûyîn bên birîn û li şûna wan dîsa dar bêne çandin wê demê daristan jî ciwan dibe lê belê li Şirnexê darên pîr û can têne birîn.

Serokê Rêxistina Hudapar ya Şirnexê Emcet Yalçin: “Me jî carina darên pîrbûyîn, darên xulxûle bûyîn, darên hişk bûyîn dibirîn. Lê belê hema mirov hemû daran vêkre bibire ev nabe. Ev ne di sûda daristanê de ye; ez zirar e, ev qetlîam e. Heger wisa bikin dê zirarê bidin herêm û welatiyên xwe.”

Rêveber û endamên saziyên civaka sivîl dixwazin ku rê bê dayîn ew jî bikaribin li herêmên ku dar lê tên birîn lêkolînan bikin  raporan amade bikin lê belê ev daxwaza wan hê jî bê bersiv e.

Çavkanî: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn