Li gor endeksa demokrasiyê ya ku ji aliyê Koma Intelligence Unit a Kovara The Ekonomîstê ve hate amedekirin, di sala 2018an de cihê ku demokrasî herî zêde lê daketiye, Ewropa ye.
Di raportê de hat eşkerekirin ku sê welatên herî demokrat, li gor rêzê, Swîsre, Îzlanda û Swêd in, hersê welatên di rêza dawiyê de jî li gor rêzê, Koreya Bakur, Sûrî û Komara Demokratîk a Kongoyê ne.
Di raporta ku li gor hin pîvanên demokrasiyê welat têne puankirin, welatên ku pileya demokrasiya Ewropayê dadixin, Îtalya, Tirkiye û Rûsy ne. Hat gotin daketina herî zêde li îtalyayê encam daye lewre piştî hilbijatrina Adarê, hevpeymaniya li dijî penaberan hatiye hikûmetê.
Tirkiye jî 10 derence ji îtalyayê kêmtir e Rûsya jî 9 derence jê kêmtir e. Li gor raportê di sala 2018an de Tirkiyê 10 10 derence daketiye û hatiye rêza 110an. Sedema daketina demokrasiya Tirkiyê jî weke bi guhertina sîstemê ya bo sîstema serokomariyê hat nîşandan ku di vê sîstemê de Serokomarê Tirkiyê baş naye venêrîn. Herwiha di raportê de tê gotin, hilbijartina serokomariyê ya Hezîrana 2018an di bin şertên awarte de pêk hatiye û ne adilane encam daye.