Rojnameya The Guardian a Brîtanî raporeke xwe belav kir, tê de li ser zarê serkirdyekî kurd ragehand ku, grubek ji HSD tevlî Hêzên hikûmeta Sûriyê bûne daku, li Idlibê şer bikin ş got: "Em heceyî hikûmeta Sûriyê ne û pêwendiyên me pêşdiçin ev gava jî ji alieykê ve simbolî û ji aliyeke din ve stratejî ye."
Li gor rapora rojnameyê piştî Amerîka piştgiriya kurdan li Efrînê li dijî Tirkiyê red kir pirsgirêk ketin di navbera wan û HSD de derbarê wan pirsgirêkan 4 berpirsên kurd ji heman rojnameyê re tekez kirin ku, vê helwesta Amerîka hişt ku, hemû operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê di mehên borî de li gel HSD rawestin û wan berpirsan gotin ku, êdî baweriya me bi Amerîka nemaye û divê bizanin ku, êdî emê biryara parastina berjewendiyên xwe bidin.
Ji aliyê xwe ve berpirsekî mezin ê amerîkayê ji rojnameyê re ragehand ku, serkirdayetiya hêzên Amerîka nerazîbûna xwe ji beşdariya HSD di operasyona Idlibê li gel artêşa Sûriyê de nîşandaye û daxwaz ji wan kesên biryar dane tevlî artêşa Sûriyê bibin bi cilûberg xwe û alayên xwe tevlî nebin.