The Jerusalem Post: Êrişa Îranê ya li Koye peyamek e ji bo Amerîka, Erebistan û Îsraîlê

Rojnameya "The Jerusalem Post" a Îsraîlê li ser êrişa mûşekî ya Îranê ya ser baregehên HDK ûPDK) ya li Koyeyê dibêje ku divê ev bombebaran di çarçoveya wêneyeke mezin a gefên mûşekên Îranê yên li seranserê herêmê were dîtin.

Di nivîsa rojnameya The Jerusalem Post de hatiye diyarkirin ku di nav sala derbasbûyî de mûşekên Îranê û komên ser bi Îranê ji şiyana şêwirmendên teknîkî yên Îranê sûd wergirtine û ji Yemenê bombebarana Erebistana Siûdî, ji Sûriyê bombebarana Îsralê kiriye. Ew êrişa ku di ronahiya rojê de Supaya Pasdaran ser baregehên HDK û PDKÎ li Koyeyê encam da, peyamek e ji bo herêmê, ku dikare her karî bike, ne tenê li Iraqê, herwiha li seranserê Rojhilata Navîn.

 

The Jerusalem Post herwiha dibêje ku li herêmê sîstema dije-mûşek a hevpeymaniyên Amerîkayê li herêmê ji bo rûbirûbûna gefên Îranê heye. Hejmarek sîstemên dije-mûşek ên Îsraîlê hene, li Erebistana Siûdî sîstema patroît heye ku ji bo teqandina mûşekên Husiyên Yemenê têne bikaranîn. Ji ber vê yekê Îran biryar da mûşekên xwe bi vê cureyê biceribîne ku grûpên Kurdên bêbergirî yên li Herêma Kurdistanê bike armanc.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin