Rojnameya The Sun ya Brîtanî di raporeke xwe de belav kir, çekdarên Hêzên Sûrya Demokrat mal bi mal li cihê Serkirdeyê DAIŞ Ebûbekir Bexdadî digerin, ev yeke piştî ku, wan di vê dawiyê de karin hejmarek serkirdeyên nêzîkî Bexdadî bikujin.
Rojnameyê li ser zarê yek ji serkirdeyên HSD ê bi navê Heval Ronî ragihandye ku, beriya meh û nîvekê wan nûçeya kuştina kurekî Ebûbekir Bexdadî li devera Hecîn a gundewarê Dêrazorê bihîstne.
Amaje bi wê yekê kir ku, beriya niha birayê Serkirdeyê DAIŞê li devera Hecîn bû û civîn ligel çekdarên rêxistinê pêkanî bû û da zanîn ku, wan bizîşkekî Brîtanî ku endamê DAIŞê ye girtin e, ku dixwest bireve Tirkiyê.