The Times: 3 welat dê cihê vala dagirin

Rojnameya The Timesê di gotara sernûserê xwe ya li ser karvedana biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyê de, bal kişand ser cihê ku Amerîka li herêmê vala bike û diyar ku 3 welat amade ne wê valahiyê dagirin.

Di gotarê de behsa amadekariyên Tirkiyê yên operasyonê bo ser Hêzên Sûriya Demokratîk û helwesta Rûsya û Îranê tê kirin û tê gotin, erê Trump biryara vekişînê daye, lê hîn dema wê baş diyar nekiriye û bi vekişînê re jî ‘Dê astengên li pêşiya operasyona Tirkiyê rabin’.

Li gor The Timesê dê vekişîna Amerîkayê bibe sedema êrîşkirina ser Kurdan ku ev êrîşa ser şirîkên hevpeymaniya dijî DAIŞê ne helwesteke di cî de ye û tê diyarkirin, di destê welatên Rojavayî de li ser krîza Sûriyê gelekî bijardeyên hindik mane.

Tê destnîşankirin ku pêvajoya Cenevreyê li ber sikratê ye û destê Beşar Esed qewîn bûye û paşde gavan navêje ku dê Rûsya û Îran daxwazên xwe di proseya siyasî de ferz bikin.

Herwiha welatê sêyem yê valahiya Amerîkayê dagire jî Tirkiye ku bi kontrolkirina komên çekdar, operasyonên ser erdê û hevkariya Rûsya-Îranê dê xwe ferz bike.

 

(peyamakurd)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin