Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê sibê bi HDPê re dicive

Hat ragihandin ku Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê sibê ji bo hilbijartinan bi HDPê re wê hevdîtinekê bike.

Weke ku tê zanîn 5 partî û hereketên kurdî; Hereketa Azadî, PAK, PDK-T, PSK û PDKê ku ji bo hilbijartina 24ê Heziranê li Tirkiyê ‘Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê' ava kiribûn di çarçoveya berfirehtirkirina tifaqê de wê sibê bi HDPê re bicivin.

Hat diyarkirin ku wê pênc partî bi Hevseroka HDPê Pervîn Buldan re bicivin û guftûgoya bereya Kurdistanî bikin ji bo hilbijartinê.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin