Tifaqa Welatperwer û Demokrat roja 09.03.2019an li Baglar û Kayapinar a Amedê buroya xwe ya hilbijartinê bi beşdarîyeke girseyî vekir.
Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat yên Amedê Sait Aydoğmuş, Ramazan Kahramaner, Zeki Ekinci, Hidayet Fidan, Namzetê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat yê Mêrdinê Abdulkadir Demir, gelek sîyasetvanên Kurdistanî, rêvebir, endam û alîgirên PAK û PSKyê, bi beşdarîyeke baş beşdarî vekirina buroya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Baglar û Kayapinar a Amedê kirin.
Berîya vekirina buroyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Celal Yıldız kurte axaftinek kir û axaftvan teqdîm kir.
Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergün, namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat yê bajarê Mezin ê Amedê Sait Aydoğmuş û namzedên Kayapinarû Baglarê Zeki Ekinci û Hidayet Fidan , di derbarê armanc, girîngî û rola Tifaqa Welatperwer û Demokrat de axaftin.
Piştî axaftinan, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergün, sîyasetvanê Kurd Mele Arif Sümerkan, namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat yên Amedê Sait Aydoğmuş, Zeki Ekinci, Hidayet Fidan, pêkve qurdele birîn û buro vekirin.
Piştî vekirina buroyê namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat yên Amedê li gel rêvebir û endamên PAK û PSKyê li gereka Tesisleê belavoka Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran û li esnaf û gelê Amedê yên li Bazara Heftane de belav kirin. Gel û esnafan pêşewazîyeke germ li namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat kirin.