Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Amedê Sait Aydoğmuş, Zeki Ekinci, Ramazan Kahramaner, Hidayet Fidan îro (18.03.2019) li Erganî ya navçeya Amedê, li gel rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd , belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li esanafan û xelkê belav kirin.
Gel û esnafan pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.