Tîma şêwirê ya Navenda Ewropî ji bo lêkolînên Kurdî, li Cenêvê, ligel nûnerên 12 welatan civiya û çend mijarên girêdayî nivîsandina reşnivîsa Destûra Sûriyê û nêrîn û daxwazên gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyê gotûbêj kirin.
Aliyên navdewletî û navherêmî yên pêwendîdarî prosesa nivîsandina reşnivîsa Sûriyê nêrîn û daxwazên aliyê Kurd û neteweyên din ên Sûriyê gotûbêj dikin. Di vê çarçoveyê de, Tîma şêwirê ya Navenda Ewropî ji bo lêkolînên Kurdî pêşwaziya hejmarek ji nûnerên welatan bandordar li Cenêvê kirin.
Endamên tîma şêwirê li Cenêvê li gel her yek ji nûnerên van welatan civiyane ev in:
Sekreterê yekem ê şandeya Amerîkî bo Cenêvê Tony Bird
Cîgirê serokê şandeya Japonê bo karûbarê Libnanê Kotara Tisotşîhara
Şandera Niwejê ya taybet bo Sûriyê Hêlda Haraldistad
Cîgira nûnerê Berîtaniya li Cenêvê Balyoz Mîryam Şêrman
Sekretera yekem a şandeya Almanya li Cenêvê Natalya Kanand
Sekretera yekem a şandeya Awstiralya li Cenêvê Dîbora Lîfêrmor
Şanderê Holanda bo karûbarê Sûriyê Emîl De Pont
Endama şandeya Yekîtiya Ewropa li Cenêvê Lara Sikarbêta
Sekreterê yekem ê şandeya Holanda li Cenêvê Hayin Kênêkt
Serokê Ofîsa karûbarên Sûriyê di şandeya Kenedayê de Rasta Day
Sekreterê yekem ê şandeya Qeterê li Cenêvê Ebdulla Elî
Şanderê taybet ê Îtalya bo karûbarê Sûriyê Stefano Ravaniyan
Hewas Egîd, Endamê Tîma Şêwirê, ku beşdarî tevahiya van hevdîtina bûbû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re derbarê girîngiya van hevdîtinan û nêrîna nûnerên welatan axivî.
Endamê Tîma Şêwirê Hewas Egîd got “Mebestên sereke yên van hevdîtinan em bikaribin daxwaz û nêrînên miletê xwe bigihînin civaka navdewletî. Ji ber ku roleke wê ya giring heye di meseleya danîna rewşa çareserkirina Sûrî de herwiha rewşa deverên me, me danî ber destê wan. Reşnivîsa ya destûrê ya hatiye nivîsandin, em wê jî radestî wan dikin. Bi rastî civaka navdewletî bi giştî giringî bi mesela wê reşnivîsa destûrê ya tê de mafê hemû netew û olan çareser dibe, bi taybet mafê Kurd di hindirê Kurdistana Sûrî û tekezî le ser karê me kirin û bi rastî tiştekî balkêş e û hêviya berdewamiya têkilî û danûstendinan kirin.”
Di van hevdîtinan de, Tîma Şêwirê çend mijar ligel nûnerên welatan gotûbêj kiribûn, her wekî peydakirina mîkanîzmayekê ji bo zêdekirina nûnerên pêkhateyan di komîteya destûrî de, û girîngiya dirustkirina tîmeke şêwirê taybet bi kemîneyan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve.
Ji aliyê xwe ve, dîplomatkar û nûnerên welatan çend mijarên girêdayî xalên nakokiyê di navbera nûnerên pêkhateyan û nûnerên opozisyonê de, encamên diyaloga ENKS û PYNK, û rewşa herêmên Kurdî û dabînkirina aramiyê li wan navçeyan bi nûnerên tîma şêwrê re gotûbêj kirin.
Rûdaw