Times: Piştgiriya bo Erdogan her diçe kêm dibe

Rojnameya Timesê ya Brîtanyayê di nûçeya derbarê hilbijartinên 24ê Pûşberê yên Tirkiyeyê de eşkere kir ku di kariyera Recep Tayyip Erdogan de cara ewil e ku popularîteya wî kêm dibe.

Rojnameya Timesê daxuyand ku pergala nû hêzek pir mezin dide serokomar, serokwezîrtî radibe û hêza meclîsê kêm dibe. Li gor ragihandina BBC a Tirkî, mûxalefeta Tirkiyeyê pergela nû ya hikumeta serokomariyê wek fermana mirina demokrasiyê dinirxîne.

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku tevahiya partiyên mûxalefetê soza paşdevegerandina pergala parlamenteriyê didin gel.

Li gor Rojnameya Timesê, di anketên hilbijartinê de tê xuyakirin ku Erdogan bi rekabetek tund re rûbirû ye. Herwiha Erdoganê ku di Mijdara 2015an de ji %50.1 deng wergirtibû, niha ketiye ji %48.3an.

 

(sputnik)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin