Times: Rêjîma Sûriyê neçar e xweseriyê bide kurdan

Rojnameyeka Brîtanî ya Times dibêje, rêjîma Sûriyê dizane ku neçar e xweseriyê bide kurdan lê ne bi qasî xweseriya kurdên Iraqê.

Rojnameya Times li ser rewşa kurdên Sûriyê û gefên Tirkiyê ragihandiye, piştî ku Amerîka biryar da hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne kurdan berê xwe dan rêjîma Sûriyê û ji tirsa êrişên Tirkiyê dixwazin herêmên di bin destê xwe de teslîmî artêşa Sûriyê bikin lê li ser çawaniya teslîmkirin, di navbera wan de hevdîtin hene û hîn negihîştine encameke zelal.

Di raporta Timesê de hatiye gotin ku kurd daxwaz dikin artêşa Sûriyê li ser sînorê navbera Sûriye û Tirkiyê bicîh bibe. Heta niha nayê zanîn Sûriye dê vê yekê qebûl bike yan na lê rêjîm dizane neçar e xweseriyê bide kurdan lê ne bi qasî xweseriya kurdên Iraqê.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin