Tirkiye li Herêma Efrînê, dest bi cîbicîkirina projeyekê dike, ku têde bi dehên hezarên darên zeytûnan tên jinavbirin.
Hate ragihandin ku ji roja Şemiyê ve hikûmeta Tirkiyê amêr, bagir û boldozer anîne gundê Hemamê yê ser bi nahiyeya Cindirêsê ve û dê dest bi projeya çêkirina rêyekê ber bi bajarê Efrînê ve bike.
Di vê projeyê de hikûmeta Tirkiyê dest bi karê firehkirina rêya navbera gundê Hemamê û bajarê Efrînê kiriye. Bi pêkanîna vê projeyê, bêhtir ji 100 hezar darên zeytûnan wê bêne rakirin. Bi vê yekê jî ziyaneke mezin digihêje welatiyên wê deverê.
Welatiyên Efrînê nerazî ne, lê li hember hikûmeta Tirkiyê û binpêkirinên wan, xelk bêçare maye û nizanin çi bikin.
Biryar bû ku ev rê bi 40 metreyî bê firehkirin, lê biryar hate guhertin ku firehbûna rê bibe 100 metre. Derbasbûna wê jî, di nav dar û zeviyên xelkê de ye.