Tirkiyê 200 leşkerên 'hêzên taybet' şandin Efrînê

Li gor çavkaniyên herêmê artêşa tirk 200 leşkerên xwe yên hêzên taybet şandin Efrînê û beşek ji wan Ii bajêr û beşek jî li gundên navçeya Şêrawa û Cindirêsê hatin bicihkirin.

Heman çavkaniyên herêmê radigihînin ku hewlên Tirkiyê yên guhertina demografiya Efrînê bi xurtî berdewam dikin û malbatên komên çekdarên alîgirên Tirkiyê li gundên ser sînorên navçeya Raco, Bilbilê, Cindirêsê û Şiyê têne bicihkirin.

Li gor jêderan çekdarên li Efrînê nasnameyên xwe bi yên Tirkiyê diguherînin û gelek caran ji ber guhertina nasnameyên Tirkiyê bi yên Sûriyê, pevçûn di navbera wan de derdikevin.

 

 

(peyamakurd)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin