Navenda Nûçeyan- Duh Civata Rêveberîya AK-Partîyê bi serpereştîyarîya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan de kom bû bû û li gor nûçeyên medya Tirkîyê Erdogan di wê kombûnê de eşkere kirîye, ko 35 serbazên Tirkîye çûn e Lîbyayê. Leşkerên wan şer nakin û dê tenê erkê rêkxistinê bigrin ser xwe û perwerdeyîyê bidin leşkerên Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê.
Welatên Yekîtîya Ewrûpa, herweha Amerika û gelek welatên Erebî li dij şandina serbazên tirkîye bo Libya derketin e û vê pêngavê wekî aloztirkirina rewşê dinirxînin. Ji alîyê xwe ve, Tirkîye piştgirîya Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê, wekî pêwistîyek berjewendîya xwe ya neteweyî pênase dike
K24