Navenda Nûçeyan- Supayê Tirkîyê û mîlîşîyayên Sûrî yên ser bi Tirkîyî ve, amadekarî dikin bo êrişkirina ser Kobanê.
Rewangeha Sûrîya ya Mafên Mirovan ragehandîye: Hêzên Tirkîye û girûpên çekdarên dûvelankên wê, amdekarîyê dikin bo encamdana êrişeke asmanî bo ser hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) li Kobanê.
Rewangehê amaje bi wê yekê jê kirîye: Armanca Hêzên Tirkîyê ji evê êrişê bo ser Kobanê, ew ku givaşê bixin ser hêzên HSDê; da ku ji deverên Sinorên Kobanê vekişin.