Tirkiyê baregeha PKKê li Amûdê bordûman kir

.

Firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de birîndar hene.

Îşev firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê hewşa Navenda Hêza Parastina Cewherî, ku baregeheka PKKê ye li bajarê Amûdê, armanc kir û di encamê de 2 kes birîndar bûne.

Ev yek di demekê de ye, roja 9ê vê mehê jî firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê otomobîlek li gundê Buhêre yê di navbera Dirbêsiyê Amûdê de bombebaran kiribû û di encamê de zarokek hatibû kuştin û 3 kes jî birîndar bûbûn.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir