Navenda Nûçeyan- Rêxistina lêburîna Nêvdewletî ragihand, Tirkîye bi zorê, lêdan û derewan penaberên Sûrîya vedigerîne Sûrîya.
Rêxistina Lêburîna Nêvdewletî (Amnêstî) di raporetekê de belavkirîye, ku hikumeta Tirkîye kiryarên xirab li beranber penaberên Sûrîyayê dike da ku wan vegerîne Sûrîya.
Li gor raporta wê rêxistnê, Tirkîye bi dû rêyan penaberan vedigerîne Sûrîya, yek bi lêdanê û zorê, rêya din jî bi pêşkêşkirina belgeyên nemana dema vemana wan di Tirkîye de ku ew jî ne raste. Li gor amnêstî Tirkîye penaberên Sûrîya vedigerîne navçeyên ku şer lê heye û metrisî li ser jîyana wan heye.
Çavkanî: Kurdistan24